Çîn hoşdarîyê dide ji pêleka dî ya teşenekirina Vayrosa Koronayê
Mî FÎng, gotebêja Komîteya Nîştîmanî ya Tenduristîyê, evro ragehand, zêdebûna hejmara kesên tûşbûyî bi Vayorsa Korona, ewên ji derve vedigerin welat, renge bibe egera pêleka dî ya teşenekirina wê Vayrosê li Çînê.
K24- Hewlêt

Herweha got: Çînî 693 halet hene ku ji derve vegerîyane, ev jî bi rastî egera belvbûna pêleka nû yan teşenekirina Vayrosê zêde dike.
Çînê duhî Şembîyê 45 haletên nû yên tûşbûnê tomar kir, ku tenê yek kes tevaya yên din, ew kes bûn; ewên ji derve vegerîyane