Yunan.. di 24 demjimêrên burî de 98 haletên tûşbûnê û 6 kes jî mirin bi sedema Vayrosa Koronayê
Wezareta Tenduristî ya Yunanê, evro Yekşembîyê ragehand, 95 tûşbûyên nû bi vayrosa Korona ya Nû di 24 demjimêrên bûrî de, hatine tomarkirin û 6 haletên mirinê hebûne di wî welatî de.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristî ya Yunanê, evro Yekşembîyê ragehand, 95 tûşbûyên nû bi vayrosa Korona ya Nû di 24 demjimêrên bûrî de, hatine tomarkirin û 6 haletên mirinê hebûne di wî welatî de.
Sotîrês Tisyodars, gotebêjê Wezareta Tenduristîyê got: Piranîya wan haletan, li devera Etîkas, li Esîna Paytext hatine tomarkirin û tevaya hajmara tûşbûyan li wî welatî gehişte, 1,156 kesan.
Xuya jî kir, 69 kes di bin çavdêrîya zêde de ne û henasdana destkir ji wan re hatîye danan û ew 6 kesên canê xwe ji dest dane; navenda rêjeyî ya temenên wan 71 sal bûye.