Nîyoyork.. 237 kesên din bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dan

Desthelatadarên tenduristîyê li wîlayeta Nîyoyork a Emerîkayê ragehandin, di dema 24 demjimêrên bûrî de, 237 kesên din bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji desta dane. Bi vê yekê jî, hejamra wan kesên di wîlayeta wan de bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane gehişte 965 kesan.

K24- Hewlêr

Endiro Kom, hakimê wê wîlayetê tekez kir, di dema şevek û rojekê de, 7, 195 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatine tomarkirin. Bi vî awayî jî, hejmara tevay tûşbûyan li Nîyoyorkê gehişte 59,513 kesan.

Ev di demkê de ye, Donald Tiramp, serokê Emerîkayê dû Belgename wajû kirine, ku li gor wan dû belgenameyan, bi sedema Vayrosa Koronayê, herdû wîlayetên Konîtîkit û Orîgon wek dû deverên karasat mezin hatin ragehandin.

Li gora amara dawîyê ya Zanîngeha Conz Hopkînz, ku dûvçûnê bo belavbûna Koronayê dike li cîhanê, heya niha 124 haletên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Emerîka hatine tomarkirin.