Li Îtaliya 765 kesên din bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dan

desthelatdarên Tenduristîya Îtaliya ragehandin, di dema 24 demjimêrên burî de, 765 kesên din bi sedema Vayrosa Koronayê li welatê wan canê xwe ji dest dane, bi vî awayî jî hejmara mirîyan bi sedema derde Koronayê gehişte 10,779 kesan.

K24- Hewlêr

Ajansa Paraztina Sivîlan li Îtaliya belav kirîye, di şevek û rojekê de, 5,217 haletên nû yên tûşbûnê li wî welatî hatine tomarkirin, bi vê yekê jî, hejmara tûşbûyan bi vî derdî li Îtaliya bû 97,689 kes.

Li gora ajansa Royterz, bi hevberkirin li gel roja Heyînî û Şembîyê, evro hejmara mirîyan bi sedema Koronayê li wî welatî kêmtir bûye, ku roja Heyînîyê 919 helatên mirinê hebûn û roja Şmebîyê jî 889 haletên mirinê hatibûn tomarkirin.