Bi sedema Koronayê.. şahê Taylend li gel 20 ji hevalên xwe yên kiç li hotêleka Elmaniya xw koretnîne dike
Mêdyayan ragehandine, şahê Taylend, Miha Facîralonkon ku bi Birama Êkis jî dihête nasîn, xwe korentîne kirîye li gel 20 hevalên xwe yên kiç li hotêleka giran beha li Elmaniya.
K24- Hewlêr
Mêdyayan ragehandine, şahê Taylend, Miha Facîralonkon ku bi Birama Êkis jî dihête nasîn, xwe korentîne kirîye li gel 20 hevalên xwe yên kiç li hotêleka giran beha li Elmaniya.
Rojnameya De Sen a Birîtanî, amaje kirîye, ku şahê 67 salî li gel wan hevalên xwe li seyrangeheka çîyayên Elbê li devera Garmîş- Bartinkîrşin hotêlek girtine, piştî ku rezamendî ji desthelatdarên Elmaniya wergirtine, çûnku Elmaniya hemû seyrangehe û hotêl daxistin e.
Çavkanîyeke haydar got: Rama Êkis û derbarên wî, tevî biryara daxistina wan cihan; şîyan rezamendîyê bi dest xwe ve bihîn, çunku ew mihvan yek girûp in û bi hevre ne û têkelî li gel kesên din nakin û guhertin di nav wan de nabe. Çavkanîyan aşkera jî nekirine, erê her çar jin ên şahî jî li gel wê girûpê ne .
Hate ragehandin jî, ku 119 kes ji endamên şanda li gel şah bûn, ji wan jî xizmetkar bi firokeyê vegerîyan Taylend bi sedema tirsê ji tûşbûna wan bi Vayrosê.
Nûçe ya xwe korentînekirina şahî; bû cihê tûrebûn û nerazîbûna bi dehan hezar hevwelatîyên Taylendî, ku bi rexnegirtinê li şahî di Internêtê de jîyana wan hevwelatîyên hanê dikeve di metirsîyê de, bi sedema yasayên şahê welat.
Li gor yasayên kevin yên wî welatî, her kesek rexneyê li şah bigire, dê sizaya zîndanîkirin bi ser re bihête sepandin ku renge ew siza bigehe 15 salan zîndanîkirin.