Hejmara mirîyan bi sedema Koronayê li Birîtaniya zêde bû

Desteya Tenduristîya Nîştîmanî ya Birîtaniya, evro Dûşembîyê, ragehand, ku 159 kesên din li Birîtaniya bi sedema Vayrosa Koronayê, di 24 demjimêrên burî de, mirin e û hejmara haltên mirinê jî li wî welatî bi wê sedemê gehişte 1,284 kesan.

K24- Hewlêr

Evro Yekşembîyê, desthelatdarên Birîtaniya amarên 24 demjimêrên burî belavkirin û ragehandin, 209 haletên mirinê û 2,433 haletên tûşbûnên nû bi Vayrosa Koronayê li wî welatî hatine tomarkirin.

Wezareta Tenduristîyê tekez kir, hejmara qurbanîyên Koronayê li Birîtaniya ji Şembîyê ve, ji 1,019 kesan zêde bû bo 1,228 kesan.

Amaje kir jî, ku hejmara tevya tûşbûyan bi Koronay gehişte 19,522 haletan.

Birîyaniya li ser asta Cîhanê, di rêza heşetem de ye di lîsata zêdetirên welatên zîyanmend bi sedema Vayrosa Koronayê ji alîyê hejmara tûşbûyan ve, herweha li Birîtaniya hejmareka berpirsan jî tûşî Koronayê bûne, ji wan jî serokê hikumetê û Borîs Conson û mîr Çarliz, mîrê Wîlz û cihnişînê şaha Birîtaniya.