Hejmara tûşbûyên Vayrosa Koronayê li Cîhanê 700,000 derbaz kir
Li gor dawî amara Navenda Zanist û Endazyarî ya Sîstimatîk li Zanîngeha Conz Hopkinz, hejamara haletên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li seranserî Cîhanê 700, 000 halet derbaz kir.
K24- Hewlêr
Li gor dawî amara Navenda Zanist û Endazyarî ya Sîstimatîk li Zanîngeha Conz Hopkinz, hejamara haletên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li seranserî Cîhanê 700, 000 halet derbaz kir.
Li gor datayên dawî amara navenda navhatî, heya niha 704,000 kes li seranserî Cîhanê tûşî derde Koronayê bûne.
Wek hatîye ragehandin jî, zêdetirîn haletên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Emerîkayê hatine tomarkirin û heya niha 132,000 haletên tûşbûnê li seranserî Wîlayetên Emerîkayê hatine piştrastkirin. Lê di rêjeya mirinê de Îtaliya li pêşîya hemû welatên Cîhanê ye û heya niha zêdetir ji 10,000 kesan li wî welatî bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane.