Wezîrê berê yê Pîşesazîya Firansayê bi sedema Vayrosa Koronayê koça dawîyê kir

Şeva burî, wezîrê berê yê Pîşesazîya Firansayê, Patrîk Dîvîdcan di temenê 75 salîyê de koça dawîyê kir piştî ku tûşî Vayrosa Koronayê bû.

K24- Hewlêr

Şeva burî, wezîrê berê yê Pîşesazîya Firansayê, Patrîk Dîvîdcan di temenê 75 salîyê de koça dawîyê kir piştî ku tûşî Vayrosa Koronayê bû.

Covata Parêzgeha Ots- Sîn ku Dîvîdcan serokatîya wê dikir, ragehand, ku ji encam tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest daye.

Dîvîdcan, berî 3 rojan di rûpela xwe de li Tiwîterê ragehandibû, tûşbûna wî bi Koronayê ew xistîye, bes haleta wî baş bibe ew dê geşt bike.

Çavkanîyek ji malbata wî got: Roja Şembîyê Rewşa wî xirab bû û piştî ku kete di bêhoşîyê de, pizîşkan biryar dan bixin jêr çavêdrîya çir, lê rizgar nebû.