Li Sûriyê kesê duyem bi Korona canê xwe jidest dide

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê mirina duyem pêketiyê bi vîrusa Korona li Sûriyê radigihîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê mirina duyem pêketiyê bi vîrusa Korona li Sûriyê radigihîne.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, hejmara pêketiyan li Sûriyê gihîştiye 10 kesan, şeva bûrî kesekî canê xwe jidest da.

Sûriyê heta roja 22 Adarê ti haleteke pêketina bi vîrusa Korona ranegihandibû, Wezareta Tenduristiyê diyar kir, heta nih tenê 10 kes li wî welatî bi wê vîrusê ketine.

Ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Korona, hikûmeta Sûriyê hatinûçûna welatiyan di navbera parêzgehan û hemû bajar û bajarokan de ji pêr ve qedexe kiriye.

 

S. B