Efrîqya hemberî Vayrosa Korona di alarmê de ye

Belavbûna Vayrosa Korona Efrîqya jî xistiye alarmê de. Li 18 welatan derketina derve ya sînordar an giştî hatiye ragihandin

K24 – Navenda Nûçeyan

Belavbûna Vayrosa Korona Efrîqya jî xistiye alarmê de. Li 18 welatan derketina derve ya sînordar an giştî hatiye ragihandin.

Rewşa lawaz a sistema tendirustî jî, Efrîqya liber metirsiya Vayrosa Korona dilgiran kiriye. Hemberî belavbûna Vayrosê rênimayên tund hatine wergirtin.

Herçend li Lesotho û Sierra Leone kes tûşî Vayrosê nebûye jî, qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Welatên Efriqya, ku qedexeya derketina derve bi giştî yan jî sînordar ragihandin e: Gana, Burkina Faso, Mawrîtanya, Senegal, Efriqya Başûr, Kenya, Uganda, Lesotho, Sierra Leone, Nijerya, Rwanda, Libya, Tûnis, Cezair, Misir.

31 welatan sînorên xwe girtin e. 12 welat geştên navneteweyî qedexe kirin e.

 

 

 

C.B