Hejmara mirîyan bi sedema Korona di rojekê de ji 1284 kesan gehişte 1651 kes
Desthelatdarên Tenduristîya Birîtaniya, evro Sêşembîyê ragehandin, di 24 demjimêrên bûrî de hejmara haletên mirinê bi sedema Vayrosa Koronayê li Birîtaniya 367 halet zêde bûn û bi vî awayî jî hejmara mirîyan bi wê sedemê gehişte 1651 kesan.
K24- Hewlêr
Desthelatdarên Tenduristîya Birîtaniya, evro Sêşembîyê ragehandin, di 24 demjimêrên bûrî de hejmara haletên mirinê bi sedema Vayrosa Koronayê li Birîtaniya 367 halet zêde bûn.
Desteya Tenduristîya Nîştîmanî li Birîtaniya, 367 haletên nû yên mirinê ragehand û bi vî awayî jî hejmara mirîyan bi wê sedemê ji 1284 kesan gehişte 1651 kesan, bi rêjeya %29.
Amaje bi wê yekê jî kir, ew nexweşên mirina wan hatîye tomarkirin, temenên wan di navbera 19 û 98 salî de bûne û tevaya wan, ji bilî 28 kesan, nxweşîyên din hebûn e.
Ji alîyê xwe ve, desthelatdarên tenduristîyê li Iskotlenda ragehandin, 60 haletên mirinê bi Vayrosa Koronayê hebûne û alîyên peywendîdar jî li Wîlzê 69 halet ragehandin.
Çavkanî: Royterz