Piştî 70 rojan li şerê Vayrosa Koronayê porê serê wî sipî bû
Balyozê Çînê li Siûdîye, Çin Wî Çîng pesna pizîşkekê nîştîman perwer kir, ku 70 rojan li Wihan şerê Vayrosa Koronayê kirîye û got: Ew ji qehermanan e.
K24- Hewlêr
Balyozê Çînê li Siûdîye, Çin Wî Çîng pesna pizîşkekê nîştîman perwer kir, ku 70 rojan li Wihan şerê Vayrosa Koronayê kirîye û got: Ew ji qehermanan e.
Balyozê Çînê li Rîyad, dû wêneyên pizîşik, Çiyo Hay bû balav kirine, berî û piştî milmilanêyê li gel Vayrosa Koronayê.
Ew diplomatkarê Çînî amaje kirîye ku, ew pizîşik, piştî 70 rojan ji xebatê dijî Vayrosa Korona ya nû, lawaz bûye û porê serê wî sipî bûye û yekem car li dawîya meha Kanûna Yekema bûrî dîyar bûye û derketîye.
Balyozê Çînê rêz derbirîye beranber bi qehermanên tenduristîyê û amaje daye, ku ewên hanê ji bo me li kar dimîn in û Em jî ji bo wan li mal dimînîn.