Hejmara mirîyan bi sedema Vayrosa Koronayê li Cîhanê 40 hezar derbaz kir

Evro Sêşembîyê, hejmara mirîyan bi sedema Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Cîhanê 40 hezar derbaz kir.

K24- Hewlêr

Evro Sêşembîyê, hejmara mirîyan bi sedema Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Cîhanê 40 hezar derbaz kir.

Heya êvarî ya evro Sêşembîyê li cîhanê 40,673 haletên mirinê bi sedema Vayrosa Korona ya Nû hatine tomarkirin.

Îtaliya di nav welatên Cîhanê de, li rêza yekem dihêt bi 12,428 haletên mirinê. Ispaniya jî li rêza dûyem dihête bi 8,269 haletan.

Emerîka jî li rêzbenda cîhanî bû sêyem welat di hejmara haletên mirinê de bi sedema Koronayê, piştî ku evro Sêşembîyê hejmara Çînê derbaz kir bi 3,424 haletan. Çîn jî çû rêza çarem bi 3,324 haletên mirinê bi sedema Vayrosa Koronayê.

Heya niha Firansa pêncem e, bi tomarkirina 3,024 haletên mirinê û Îran jî şeşem e, bi 2,898 haletan.

 

Çavkanî: RT