Îtaliya.. Tomarkirina 837 haletên nû yên mirinê û 4,053 haletên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê

Desthelatdarên tenduristîya Îtaliya, evro Sêşembîyê ragehandin, di 24 demjimêrên burî de, 837 haletên mirinê û 4,053 haltên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li welatê wan hatine tomarkirin.

K24- Hewlêr

Desthelatdarên tenduristîya Îtaliya, evro Sêşembîyê ragehandin, di 24 demjimêrên burî de, 837 haletên mirinê û 4,053 haltên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li welatê wan hatine tomarkirin.

Rêveberê Nivîsîngeha Paraztina Sivîlî ya Îtalî, Encêlo Borêlî, evro Sêşembîyê, di daxuyanîyeka rojnamevanî de got: Hejmara mirîyan bi sedema Koronayê li Îtaliya di 24 demjmêrên burî de, 837 halet hatin tomarkirin û tevaya hejmara wan gehişte 12,428 kesan.

Borêlî ragehand jî, 4,053 haletên nû yên tûşbûnê bi Varosa Korona hatine tomarkirin û tevaya hejmara tûşbûyan li Îtaliya gehişte 105,792 kesan.