Li Almanya rêjeya mirina bi Korona kêmtir e

Desthilatên Almanya mirina 149 kesan bi vîrusa Korona di 24 demjimêrên bûrî de radigihne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desthilatên Almanya mirina 149 kesan bi vîrusa Korona di 24 demjimêrên bûrî de radigihne.

Peymangeha Robert Koch îro ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 5453 kes li Almanya bi vîrusa Korona ketine û 149 kesan jî cane xwe jidest dane.

Li gor amarên wê peymangehê, bi vî awayî heta niha li Almanya  67 hezar û 366 kes bi wê vîrusê ketine û 732 kesan canê xwe jidest dane.

Alamnya bi hejmara pêketina bi vîrusa Korona, li ser asta cîhanê di pileya 5em de tê, lê hejmara mirina bi wê vîrusê ji gelek welatên Ewropa kêmtir e.

Ev di demekê de ye, heta niha li Îtalya zêdetir ji 12 hezaran, li Îspanya zêdetir ji 8 hezaran û li Fransayê zêdetir ji 3 hezar û 500 kesan bi vîrusa Korona canê xwe jidest dane. 

Almanya bo rûbirûbûna vîrusa Korona, rêkarên tund ferz kirin, ku dibistan, xwaringeh, çalakiyên werzişê rawestandine, herwiha gelek kampanayan jî berhemên xwe rawestandine û hevkariyê di rûbirûbûna wê vîrusê de dikin.

 

S. B