Dr. Mihemed Yûsif: Navendên dermansaziyê liser gelek alternatîfên Vacinê kar dikin

Bijişkê Dermansaz û Rêveberê Kompanya Zepplin a dermanan ji K24 re anî ziman, ku: “Hemû navendên dermansaziyê li cîhanê, dixwazin çareyek dermanî/vacinek ji Vayrosa Korona re peyda bikin”

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Bijişkê Dermansaz û Rêveberê Kompanya Zepplin a dermanan ji K24 re anî ziman, ku: “Hemû navendên dermansaziyê li cîhanê, dixwazin çareyek dermanî/vacinek ji Vayrosa Korona re peyda bikin”.

Dr. Mihemed Yûsig got ku: “2-3 derman hene, ku berhemek wan a baş dikare hemberê vayrosa Korona hebe. Navendên dermansaz li aiternatîfa pêşxistina van dermanan jî temaşe dikin. Hin ji wan dermanan di nexweşiya Malaria de dihatin bikaranîn, tê dîtin ku encamek erênî di dijberiya Korona de peyda kiriye. Liser wî dermanî kar tê kirin”.

Liser ezmûna peydakirina dermanan a Ewrûpa û Amerika, lê ji aliyek din, ku nexweşî li Çînê peyda bû û peydakirina derman dikare proseyek çawa rû bide, Dr. Mihemed Yûsif diyarkir: “Di gelek laboratuaran de kar liser peydakirina Vayrosê tê kirin. Di warê welatek bi sere xwe, lê herweha di ware navneteweyî/global de jî”.

Ligor Dr. Mihemed Yûsif, derman bi hevkariya navneteweyî dê were peyda kirin, ew jî di demek biqasî salekê de.