Hejmara mirîyan û tûşbûyan bi Korona li Birîtaniya her bilind dibe

Wezareta Tenduristîya Birîtaniya amarên 24 demjimêrên bûrî yên mirin û tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li wî welatî ragehand.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Birîtaniya amarên 24 demjimêrên bûrî yên mirin û tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li wî welatî ragehand.

Wezareta Tenduristîya Birîtaniya aşkera kirîye, di dema şevek û rojekê de, 563 kesan bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwwe ji dest dane, bi vî awayî jî tevya wan kesên canê xwe ji dest dane bi sedema derde Koronayê ji 1,789 kesan zêde bû bo 2, 352 kesan.

Herweha tekez kir, ku 4,324 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li welatê wan hatine tomarkirin û hejmara tevaya tûşbûyan gehişte 29,474 kesan.

Amaje bi wê yekê jî kirîye, di niha de li Birîtaniya, nêzîkî 153,000 kesan pişkinîna Koronayê bo wan hatine kirin.