Ispaniya, Elmaniya û Holenda.. amerên tûşbûn û mirinê bi Vayrosa Koronayê
Desthelatdarên Holenda, evro Çarşembêyê ragehandim hejmara haletên mirinê bi sedema Vayrosa Koronayê 134 halet bûne di 24 demjimêrên burî de û hejmara tevaya mirîyan li wî welatî gehişte 1,173 halatan.
K24-Hewlêr

Peymangeha Nîştîmanî ya Tenduristîyê li Holenda ragahend jî, hejmara tûbûyên nû 1.019 haletin û hejmara tevaya tûşbûyan li Holenda gehişte 13,614 haletan.
Li Elmanîya jî, di 24 demjimêrên burî de 5,453 haletên tûşbûnê 149 haletên mirinê hatin tomarkirin.
Peymangeha Robêrt Kox, evro Çarşembîyê ragehand jî, hejmara tevaya tûşbûyên Vayrosa Koronayê li Elmaniya gehişte 67,366 kesan û hejmara mirîyan jî bi wê sedemê gehişte 732 kesan.
Li Ispaniya jî, wezareta Tenduristîyê wî welatî ragehand, di 24 demjimêrên burî de, hejmara tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê li welatê wan 100,000 derbaz kir.
Got jî: hejmara tevaya tûşbûyan gehişte 102,136 haletan, piştî ku Sêşembîyê 94, 417 halet bûn. Hejmara mirîyan jî gehişte 9,053 haletan piştî ku roja berê 8,189 halet bûn, anku 864 haletên mirinê di 24 demjimêrên bûrî de hatine tomarkirin.
çavkanî: Royterz