Îtaliya.. 727 kesên din bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dan

Desthelatdarên Îtaliya ragehandin, di dema 24 demjimêrên bûrî de, 727 kesên din bi sedema Vayorsa Koronayê li welatê wan canê xwe ji dest dane, bi vê yekê jî, tevaya hejmara mirîyan bi sedema derde Koronayê gehişte 13,155 kesan.

K24- Hewlêr

Encêlo Borêlî, rêveberê paraztina Sivîlî li Îtaliya ragehand, di dem şeveke û rojekê de, 4,782 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê di welatê wan de hatine tomarkirin. Bi vê yekê jî, hejmara tevaya tûşbûyên Vayrosa Koronayê ji 105,792 haletan gehişte 110,574 haletan.

Amaje kir jî, ku heyan niha 16,847 kes jî çêvebûne ji evê nexweşîyê.