Keçeke Êzidî behsa revandina xwe ji aliyê DAIŞê ve dike
Zarokek Kurd a Êzidî ya17 salî ku beriya 6 salan li ser destê daişê hatibû revandin ji Kurdistan24 re behsa êş û azarên xwe li cem DAIŞê dike.
K24 – Qamişlo
Zarokek Kurd a Êzidî ya17 salî ku beriya 6 salan li ser destê daişê hatibû revandin ji Kurdistan24 re behsa êş û azarên xwe li cem DAIŞê dike. Leyla Îdo ji tirsa DAIŞê re zimanê dayikê jî ji bîr kiriye.
Leyla Îdo yek ji qurbanên destê DAIŞê ya terorist e ku di temenê 11 saliyê de ligel xwişka ji aliyê çekdarên DAIŞê ji Şingalê hatin revandin. Bi sedema mana 5 salan di nava DAIŞê de, zimanê Kurdî ji bîr kiriye. Leyla Îdo zaroka ku wateya jiyanê nas nake, bi neçarî bi çekdarekî ji Iraqê re dizewce û 3 salan pê re dimîne, berî ku li dawî bargehên DAIŞê li Baxozê were kuştin.
Tevî ku ji heyama zêdeyî salekê ve DAIŞ têk çûye, lê heta niha Leyla negihiştiye malbata xwe. Piştî rizgarkirina Sûriyê bi temamî ji DAIŞê di Adara sala 2019an de û ta berî çend rojan, Leyla bi jinên DAIŞê re di kampa Holê de dima. Leyla dibêje, wê nizanîbû ku malbata wê sax e, loma wê nasnameya xwe aşkere nedikir.
Niha Leyla Îdo li cem mala Êzîdiyan li Cizîrê ye û di rojên bê de dê ji bo Encûmena Şingalê were radestkirin.Ta niha nêzîkî 600 jin û zarokên Kurd ên Êzîdî ji aliyê Mala Ezîdîyan ve bo Encûmena Şingalê hatine radestkirin. Herwiha nêzîkî 2900 Êzîdî ji sala 2014an ve windayî ne.