Îraq piştî zêdetirî 50 salan li Kendavê dest bi çalakiyên xwe dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Veguhastinê ya Îraqê amadebûna hêla deryayî ya welatê xwe ji bo destpêkirina geştên bazirganî li Kendavê ragihand, ev jî piştî ku ji bo dema zêdetirî 50 salan çalakiyên wê di wî warî de rawestiyabû.
Wezareta Veguhastinê ya Îraqê di daxuyaniyekê de amaje da ku bi biryara Wezîrê Veguhastinê Wehb Hesenî û di çarçoveya plana çalakkirina hêlên nîştimanî de, hêla deryayî ya Îraqê amadekariyan ji bo destpêkirina çalakiyên xwe yên bazirganî li devera Kendavê dike, piştî rawestana wê bo zêdetirî nîv sedsalê.
Wezareta navbirî eşkere jî kir ku biryar e geşta yekê ya wê hêlê di 15ê vê mehê de ji Bendera Cebel Eliyê li Îmaratê ber bi bendera Um Qesrê ya Îraqê dest pê bike. Ev pêngav dibe sedema vegera hêla nîştimanî bo nav bazirganiya deverê û bijardeyeka nû ji bo veguhastina kelûpel û barhilgiran peyda dike.
Di pareka dî ya wê daxuyaniyê de hatiye ku armanc ji vegera vê hêla deryayî, bihêzkirina tevgera veguhastina kelûpelan bi rêya benderên Îraqê û piştevanîkirina bazirganiyê ligel welatên deverê ye. Ev jî ligel armancên wezaretê bo pêşxistina sektora veguhastinê bi hemî cunên wê ve yek digire.
Dawî geşta keştiyên barhilgir ên Îraqê li deverê bo nîva salên 1960an vedigere, lewma destpêkirina vê çalakiyê wekî westgeheka giring di dîroka çalakkirina hêlên nîştimanî û veguhastina deryayî ya Îraqê de tê hejmartin.
Dîroka sektora veguhastina deryayî li Îraqê bo dehsalên nîva sedsala borî vedigere, dema ku ew xwediya gelek keştiyên çalak bû li devera Kendavê û cîhanê; lê ji ber cengên li ser yek ên deverê di salên 1980an de û sepandina dorpêça aborî ya navdewletî li ser Îraqê di salên 1990an de, zerereka mezin gehişt wê sektorê û bi temamî ji kar ket.