Panama: Jiber metirsiya Korona - Rojek jin, rojek mêr dê derkevin derve
Welatê Panama li parzemîna Amerika, bijardeyek gelek cuda ji welatên din girte ber. Jin û mêr rojên cewaz dê derkevin derve
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêgiriyên belavbûna Vayrosa Korona, alternativên/bijardeyên cuda li cîhanê anîne pêş welatan.
Welatê Panama li parzemîna Amerika, bijardeyek gelek cuda ji welatên din girte ber. Jin û mêr rojên cewaz dê derkevin derve. Jin dê rojên: Duşemiyê, Çarşemiyê û Înê, Mêr dê rojên: Sêşemiyê, Pêncşemiyê û Şemiyan derkevin derve. Rojên Yekşemiyan hemû kes dê li male bin.
Ligor nûçeya CNN International derketina derve ji demj. 17:00 heta 08:00 derbas dibe.
Desthilata Panama destnîşan kiriye, ev bijarde di destpêkê de, dê 15 rojan bê bikaranîn.
C.B