Hejmara tûşbûyên Koronayê li Cîhanê milyon halet derbaz kir û ji wêhejmareyê 210 hezar çêvebûn e
Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê Nû (KOVID-19) li Cîhanê milyon halet derbaz kir û 210 hezar jî ji vê hejmareyê çêvebûne.
K24- Hewlêr
Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê Nû (KOVID-19) li Cîhanê milyon halet derbaz kir û 210 hezar jî ji vê hejmareyê çêvebûne.
Heya niha li Cîhanê 1,000,177 haletên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatine tomarkirin di zêdetir ji 170 welatn de û 51,356 haletên mirinê û 210,199 haletên çêvebûnê jî hatine tomarkirin.
Emerîka di nav lîsta welatên Cîhanê de li rêza yekem dihête, ji alîyê hejmara tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê, bi 235,747 haletan. Îtlaiya li rêza dûyem dihêt, bi 115,242 heletan. Îspaniya li rêza sêyem bi 110,238 haletan, Elmaniya çarem bi 84,264 haletan, Çîn ku çavkanîya Vayrosê bûye, rêza pêncem girtîye bi 81,589 haletan.
Îtaliya, li hejmara haletên mirinê bi Vayrosa Koronayê li ser asta Cîhanê, li rêza yekem dihêt bi 13,915, dûv re jî, li rêza dûyem, Ispaniya dihêt bi 10,096 haletan. Emerîka li rêz sêyem e, bi 5,620 haletan. Firansa çareme bi 4,503 kesan û Çîn vegerîya rêza pêncem bi 3,318 kesan.
Hejmara piranîya çevebûnan pişka Çînê ye, bi 76,408 haletan û desthelarên Çînê berê ragehandibûn ku ew şîyan e bi ser Vayrosa Koronayê serkevin û jîyana suriştî jî hêdî hêdî vegerîya bajarê Wihan ku ji wî bajêrî ve, ev Vayros belav bû û teşene kir li Cîhanê.
Ispaniya dûyem welate di lîsta çevbûyan de ji nexweşîya Koronayê bi 26,743 haletan. Elmaniya sêyem e bi 21,400 haletan, Îtaliya Çareme bi 18,278 haletan.
