Amara mirîyan û tûşbûyan li Elmaniya di zêdebûnê de ye

Evro Heyînîyê li gor nûtirîn amar li Elmaniya, hejmara kesên di dema 24 demjimêrên bûrî de, canê xwe ji dest dane 145 halet bûne û 6,174 kesên din jî tûşî Koronayê bûne.

K24- Hewlêr

Evro Heyînîyê, li gor nûtirîn amar li Elmaniya, hejmara kesên di dema 24 demjimêrên bûrî de, canê xwe ji dest dane 145 halet bûne û 6,174  kesên din jî tûşî Koronayê bûne.

Peymangeha Robêrt Kox bo Nexweşîyên guhazok ragehand, hejmara tûşbûyan gehişte 79,696 haletan û hejmara haletên mirinê jî gehişte 1,017 haletan.

Xuya jî kir, ku 2,300 karmendên Elmaniya tûşî Koronayê bûne.