Tiramp hêvî dike bi van nêzîkan Rûsiya û Siûdye bigehin rêkkevtinekê derbarê Petrolê

Donald Tiramp, serokê Emerîka ragehand, di wê bawerêyê de ye, ku bi van nîzkan, Rûsiya û Siûdîye dê bigehin rêkkevtinekê derbarê rewşa niha ya bazarên petrolê.

K24- Hewlêr

Donald Tiramp, serokê Emerîka ragehand, di wê bawerêyê de ye, ku bi van nîzkan,  Rûsiya û Siûdîye dê bigehin rêkkevtinekê derbarê rewşa niha ya bazarên petrolê.

Dûhî, Pêncşembîyê Tiramp gote rojnamevanan: “Ev dê karek baş be bo Rûsiya û Erebistana Siûdîye. Hîvîdarim ev rêkkevtin bibe- wan weha gotin min… hêvîdarim ev rêkkevtin zû bihête encamdan,  hêvdarim bi van nêzîkan bihêt ragehandin ”.

Tiramp amaje kir, ku dibe qebareya berhemhînana petrolê bihêt kêmkirn û rojane ji 10 heya 15 milyon bermîlan be.

Tiramp tekez jî kir:  “ Kerta Petrolê li Cîhanê heriftîye, ev jî bo Rûsiya û Siûdîye karek gelek xirabe.. bo herdû alîyan wek hev xirabe. Di wê bawerîyê de me herdû alî dê rêk bikevin”.

Duhî êvarî, piştî ku Tiramp telefon li gel cênişînê Siûdye kir, bihayê petrola cîhanî bi rêjeya %30 zêde bû.

Pêncşembîyê, Siûdîye daxwa sazkirina civîneka bilez a rêkxistîya welatên peterolhinêr (Opik) û welatên din yên berhemhêner kir bi armanca gehiştenê bi rêkkevtinekê ku hevsengîyê vegerîne bo bazarên petrolê.