932 kesên din li Ispaniya bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dan

Desthelatdarên Ispaniya rageahandin, di dema 24 demjimêrên bûrî de, 932 kesan bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane û nêzîkî 7,500 kesên din tûşî Vayrosa Koronayê bûne.

K24- Hewlêr

Desthelatdarên Ispaniya rageahandin, di dema 24 demjimêrên bûrî de, 932 kesan bi sedema Vayrosa Koronayê li welatê wan canê xwe ji dest dane û nêzîkî 7,500 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatine tomarkirin.

Wezareta Tenduristîya Ispaniya, evro, Heynîyê ragehand ku bi vê yekê, hejmara mirîyan bi sedema Vayrosa Koronayê li Ispaniya gehişte 10,935 kesan û hejmara tûşbûyan jî gehişte 110,238 kesan.

Bi vê yekê jî Ispaniya kete pêş Îtaliya li hejmara tûşbûyan û serkevt bo rêza dûyem, ku rêza yekem Emerîkaye ji alîyê hejmara tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê.