Navenda şewitandina laşeyên mirîyan li Mîlano derê xwe daxist û şîyan nema

Navenda şewitadina laşeyên mirîyan li bajarê Mîlano, duhî, Pêncşembîyê, hat daxisitin bi sedema wê hejmara mezin a laşeyên mirîyan ku di şîyana wê de nemaye.

K24- Hewlêr

Navenda şewitadina laşeyên mirîyan li bajarê Mîlano, duhî, Pêncşembîyê, hat daxisitin bi sedema wê hejmara mezin a laşeyên mirîyan ku di şîyana wê de nemaye.

Civata bajêrî di daxuyanîyekê de,duhî, ragehand, dema çaverêkirinê bo şewitandina laşeyan, li navenda “Kirîmatoryo Dê Lambratê” renge bigehe 20 rojan.

Civatê di pêgeha xwe ya elikitronî de got, dirêjî ya dema çaverêkirinê bo şewitandina laşeyan renge arîşeyên peywendîdar bi pakijîyê û tenduristîya giştî, jê çê bibin.

Li Îtaliya, nîve ya hejamara mirîyan bi sedema belavbûna Vayrosa Koronayê li Lombardîya li devera Mîlano li bakûra wî welatî hatine tomarkirin.