Serok wezîrên Birîtaniya: Pile ya germîya leşê min hêj bilinde

Borîs Consin, serok wezîrên Birîtaniya, di Tiwîtekê de, ragehand, hêj xwe kerentîne kirîye û rewşa tenduristîya wî başe, lê pileya germîya leşê wî hêj her bilinde.

K24- Hewlêr

Borîs Consin, serok wezîrên Birîtaniya, di Tiwîtekê de,  ragehand, hêj xwe kerentîne kirîye û rewşa tenduristîya wî başe, lê pileya germîya leşê wî hêj her bilinde.

Ragehand jî: Dê berdewam be li kerentîneyê û li mala xwe dê bimîne heya nîşanên nexeweşîyê derbaz dibin.

Amaje bi wê yekê jî kirîye, ku ev 7 roj in wî xwe cuda kirîye û li gor rênimayîyên tenduristîyê heya rewşa wî baş nebe; nahêt derve.

Serok wezîrên Birîtaniya yeke ji wan kesên li Birîtaniya tûşî Vayrosa Koronayê bûne û bi rêya Internêtê karên xwe birêve dibe.