Amerîka amarên bilind ên mirina bi Korona tomar dike
Li Amerîka di 24 demjimêrên bûr de 1480 kes ji ber vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan!
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Amerîka di 24 demjimêrên bûr de 1480 kes ji ber vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan!
Li seranserî cîhanê hejmara mirî û pêketiyên bi vîrusa Koronayê roj bi roj zêde dibe û heta niha zêdetir ji yek milyon kesî bi wê vîrusê ketine û zêdetir ji 58 hezar kesan jî canê xwe jidest dane.
Zanîngeha Johns Hopkins ragihand, li Amerîka di 24 demjimêrên bûrî de 1480 kes ji ber vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan û hejmara miriyên bi Koronayê li wî welatî gihîşt 7 hezar û 492 kesan.
Diyar kir jî, li Amerîka hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine gihîştiye 278 hezar û 492 kesan û 12 hezar û 283 nexweş jî baş bûne.
Li gor pêşbîniyên Koşka Sipî ya Amerîka, eger e li Amerîka di navbera 100 hezar û 240 hezar kesî bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest bidin.
S. B