Tenduristiya Sûriye: 3 kesên din bi Korona ketin
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê tomarkirina 3 haletên nû yên pêketina bi vîrusa Korona ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê tomarkirina 3 haletên nû yên pêketina bi vîrusa Korona ragihand.
Bi vî awayî, heta niha li Sûriyê hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine gihîşt 19 kesa, ji wan 2 kesan canê xwe jidest dane û 2 kes jî baş bûne.
Sûriyê roja 22 Adara bûrî yekem haleta pêketina bi vîrusa Korona tomar kirin, niha hin rêkarên rêgirtina li belabûna vîrusê li bajaran girtine ber.
Herwiha bajarokên Seyide Zêneb û Minîn li gundewarê Şamê hatine kerentîkirin.
S. B