Haletên mirinê bi Koronayê 65 hezar burand û tûşbûyan jî 1.2 milyon derbaz kir

Belavbûna Vayrosa Koronaya ya Nû heya niha bûye sedema mirina 65,836 kesan li Cîhanê û zêdetir ji 1.2 milyon jî tûş bûne, ji vê hajmarê jî 250 hezar çêvebûne.

K24- Hewlêr

Belavbûna Vayrosa Koronaya ya Nû heya niha bûye sedema mirina 65,836 kesan li Cîhanê û zêdetir ji 1.2 milyon jî tûş bûne, ji vê hajmarê  jî 250 hezar çêvebûne.

Ji destpêka belavbûna Vayrosa Koronayê heya niha, bi fermî, 1,218,090 haletên tûşbûnê hatine tomarkirin di 190 welat û deveran de, lê ev hejmar tenê pişkeke ji hejmara rasteqîne; çunku hejmareka mezin ji welatan tenê pişkinînan bo wan haletan dikin, ewên pêwîstî bi veguhzatinê hene bo nexweşxaneyan.

Ji vê hejmara tûşbûyan heya evro 253,749 kes çêvebûne.

Îtaliya ku yekem halet li dawîya meha Subatê tomar kiribû, ji hemû welatên cîhanê zêdetir zîyan pêketîye ji alîyê hejmara mirîyan ku gehiştîye 15,362 kesan ji 124,632 tûşbûyan û 20,996 kes çêvebûne li gora amarên desthelatdarên wî welatî.

 Dûyem welatê ku zêdetirîn zîyan berketîye Ispaniya ye, ku hejmara mirîyan heya evro gehişte 12,418 kesan ji 130,759 tûşbûyan.

Wîlayetên Yekgirtîyên Emerîkayê jî sêyem welat e ji alîyê zîyanên canî ku hejmara wan gehişte 8,503 kesan û dûv wê jî birîtaniya ye bi 4,313 haletên mirinê ji 41,903 tûşbûyan. Li Holenda jî hejmara mirîyan gehişte 1766 kesan.

Li Elmaniya, amarên Peymangeha Robêrt Kox ragahendîye hejmara tûşbûyan gehişte 91,714 kesan û hejmara mirîyan jî gehişte 1,342 kesan.