Amara Koronayê li Îtaliya ber bi kêmbûnê ye
Îtaliya amara encamên derde Koronayê tûşbûn, mirin û çêvebûnê yê 24 demjimêrên burî ragehand û heya radeyekê haletên mirinê bi sedema Vayrosa Koronayê li welatî berev daketinê ye.
K24- Hewlê
Îtaliya amara encamên derde Koronayê tûşbûn, mirin û çêvebûnê yê 24 demjimêrên burî ragehand û heya radeyekê haletên mirinê bi sedema Vayrosa Koronayê li welatî berev daketinê ye.
Encêlo Borêlî, rêveberê Nivîsîngeha Paraztina Sivîlan li Îtaliya ragehand, di dema 24 demjimêrên bûrî de, 523 kesên din bi sedema derde koronayê mirine. Bi vê yekê jî, heya niha 15,887 kesan bi sedema Vayrosa Koronayê li Îtaliya canê xwe ji dest dane.
Ev hejmar jî, amajeye bo wê yekê ku evro bi awayeke berçav rêjeya mirinê bi sedema Koronayê li wî welatî daketîye. Di demekê de, duhî 760 haletên mirinê li wî welatî dehatibûn tomarkirin.
Borêlî got jî: Hejamara tevaya wan kesên ku heya niha li Îtaliya tûşî Vayrosa Koronayê bûne 128,946 halet in, ev amar jî corek ji akincîya rêje ya tûşbûyan bi wî derdî li Îtaliya nîşan dide, di dema 24 demjimêrên burî de, 4316 haletên nû yên tûşbûnê hahtine tomarkirin ku li rojên berê kêmtirîn amar li sinûrê 4,805 haletan bûye.