Rewangeh: Li Sûriyê amarên Korona zêdetir in
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan amarên cuda ji amarên Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê belav dike û dibêje, hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine zêdetir in.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan amarên cuda ji amarên Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê belav dike û dibêje, hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine zêdetir in.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine li Şam, Heleb, Laziqiye, Tertûs, Humis, Hema û Derayê zêdetirî 30 kesî ne.
Li gor zanyariyên Rewangehê, 34 çekdarên mîlîşyayên Îranî li Dêrazorê bi vîrusa Korona ketine û 2 ji wan piştî bo Îran hatine veguhastin canê xwe jidest dane.
Rewangehê teke kir, 19 çekdarên ji mîlîşyayên Îraqî li Sûriyê bi vîrusa Korona ketin û piştre bo Iraqê hatin veguhastin.
Rewangehê amaje bi wê da, di meha Çile û Sibatê de hejmarek ji nexweşan gihîştin nexweşxaneyên deverên rêjîma Sûriyê, ku bi îltîhaba sîng ketibûn û ji wan 8 kesan canê xwe jidest dane, lê bijîşkan nekarîn tekez bikirina ku ji ber vîrusa Koronayê canê xwe jidest dabin.
Ev amarên Rewangehê di demekê de ne, Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê tenê pêketina 19 kesan bi vîrusa Korona û mirina 2 kesan ragihandiye.
S. B