Hejmara mirîyan bi sedema Koronayê li Emerîka 10 hezar halet derbaz kir
Piştî ku evro 711 kesên din bi sedema Vayrosa Koronayê li Emerîka canê xwe ji dest dan, hejmara teveya mirîyan bi sedema Vayrosa Koronayê li wî welatî gehişte 10.327 kesan.
K24- Hewlêr
Piştî ku evro 711 kesên din bi sedema Vayrosa Koronayê li Emerîka canê xwe ji dest dan, hejmara teveya mirîyan bi sedema Vayrosa Koronayê li wî welatî gehişte 10.327 kesan.
Her evro jî, desthelatdarên wîlayeta Niyoyork a Emerîkayê, amara 24 demjimêrên bûrî yên qurbanîyên Koronayê ragehandin û aşkera kirin, ku ji tevaya hejmara wan kesên evro li Emerîka bi sedema Koronayê mirin e; 599 kes ji wîlayeta wan in.
Li rêzbenda welatên cêhanê yên zêdetirîn haletên mirinê bi sedema Koronayê têde hatine tomarkirin, piştî Îtaliya bi tomarkirina 16,523 helatan û Ispaniya bi tomarkirina 23,169 haletan, Emerîka li rêza sêyem dihêt.
Ev di demekê de ye, ku Emerîka ji alîyê hejmara tûşbûyan li pêşîya hemû welatên cîhanê ye û heya niha 350 hezar haletên tûşbûnê li wî welatî hatine tomarkirin.