Bo cara yekem Çînê ti haletên mirina bi Koronayê tomar nekir
Bo cara yekem ji dema derketina vîrusa Korona, Çînê di 24 demjimêrên bûrî ti haletên mirina bi wî vîrusê tomar nekir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bo cara yekem ji dema derketina vîrusa Korona, Çînê di 24 demjimêrên bûrî ti haletên mirina bi wî vîrusê tomar nekir.
Komîta Tenduristiya Niştimanî ya Çînê di daxuyaniyekê de ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de pêketina 32 kesan bi vîrusa Korona hatin tomarkirin, lê ti haletên mirinê nebûn.
Daxuyaniyê diyar kir, hemû haletên pêketinê yên hatine tomarkirin, ji derve hatibûn. Bi vê yekê jî hejmara kesên hilgirê vîrusê yên ji derve hetine gihîşt 983 kesan.
Komîta tenduristiyê aşkere kir jî, heta niha hejmara pêketiyan li Çînê gihîştiye 81 hezar û 740 kesan.
Pêştir hatibû ragihandin, li Çînê ji sedî 94 ji pêketiyên bi vîrusa Korona baş bûne û tenê 1 hezar û 562 kesan li nexweşxaneyan mane.
Ev yek di demekê de, vîrusa Korona bilez li welatên cîhanê belav dibe, li gor dawî amaran jî heta niha zêdetir ji 1 milyon û 347 hezar kes li cîhanê bi wê vîrusê ketin û zêdetir ji 74 hezar kesan jî canê xwe jidest dane.
Roja 11ê Adara bûrî, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê vîrusa Korona wek petayeke cîhanî ragihandibû.
S. B