Tiramp hêriş dike ser Rêkxistîya Tenduristîya Cîhanî
Donald Tiramp, serokê Emerîka bi tundî hêriş kire ser Rêkxistîya Tenduristîya Cîhanî û got: Ewî, ew şîreta (şaş) a wê rêkxistîyê red kiribû derbarê danexistina asmanî li gel Çînê di destpêka belavbûn Vayrosa Korona ya Nû.
K24- Hewlêr

Tiramp di vî bwarî de got: Rêkxistîya Tenduristîya Cîhanî bi hinek sedeman, ew kar kir. Emerîka pereyeke mezin dide wê rêkxistîyê lê rêkxistî alîgira Çînê ye.
Herweha bi gef ve got: Bi başî lêkolînê li vê yekê dê bikîn, me bextek baş hebû ku min şîreta wê rêkxistîyê red kir derbarê nehêştina sinûrên me vekirî bin li gel Çînê.
Tiramp pirsyar kirîye, Çima wan ev şîret pêşkeşî me kirin?