Amara Koronayê li Îtaliya ber bi daketinê ye
Desthelatdarîn Îtaliya ragehandin, di dema 24 demjimêrên burî de, 542 kesên din bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dan û bi vê yekê jî, amara mirîyan bi sedema Vayrosa Koronayê di wî welatî de ber bi daketinê ye.
K24- Hewlêr

Encêlo Borêlî, rêveberê Nivîsîngeha Paraztina Şaristanîya Îtaliya di kongireyeka rojnamevanî de ragehand, di şevek û rojekê de, 542 kes bi sedema Vayrosa Koronayê li welatê wan canê xwe ji dest dane. Ev hejmar jî, bi hevberkirin li gel rojên berê, amajeye bo daketina amara mirîyan bi sedema koronayê, bi taybetî duhê 604 kesan bi sedema wî derdî canê xwe ji dest dabûn.
Ragehand jî heya niha 17,669 kesan bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane.
Borêlî got: Di dema 24 demjimêrên burî de, 3,836 haletên nû yên tûşbûnê bi Koronayê li welatên wan hatine tomarkirin. Bi vê yekê jî hejmara tevaya tûşbûyên Îtaliya gehişte 135,586 haletan.
Ev di demekê de ye, Îtaliya li rêza yekem dihêt li nav wan welatên ku zêdetirîn hejamara mirîyan tomarkirine bi sedema Vayrosa Koronayê. herweha li rêza sêyem dihêt ji alîyê hejmara tûşbûyan bi wê Vayrosê.