Li cîhanê zêdetir ji 1.5 milyon kes bi virusa Korona ketine

Vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ku zêdetir 180 welatên cîhanê belav bûye, li seranserî cîhanê zêdetir ji 1.5 milyon kes pêketine û tê gotin hîna cîhan negîhştiye lûtkeya krîzê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ku zêdetir 180 welatên cîhanê belav bûye, li seranserî cîhanê zêdetir ji 1.5 milyon kes pêketine û tê gotin hîna cîhan negîhştiye lûtkeya krîzê.

Li gor amarên hatine tomarkirin, heta niha li seranserî cîhanê zêdetir ji 1 milyon û 506 hezar kes bi vîrusa Korona ketine û zêdetir ji 88 hezar kesî jî pê canê xwe jidest dane, bi rêjeya % 5. 85 ji hejmara pêketiyan. Herwiha zêdetir ji 319 hezar kes jî baş bûne.

Ji aliyê pêketina bi vîrusa Korona ve, Amerîka di pileya yekem de bi (425769) kesan, di pielya duyem de Îspanya (146690) , di pileya sîyemîn de Îtalya bi (139422) kesan, Fransa jî di pileya çarem bi (112950) kesan  û piştre Almanya bi (112113) kesan.

Lê ji aliyê mirina bi vîrusa Koronayê, Îtalya di pileya yekem de bi (17669) kesan, di pileya duyem de Amerîka bi (14604) kesan, di pileya sêyemîn de Îspanya bi (14555) kesan, pileya çarem Fransa bi (10869) û piştre Îran bi (3993) kesan e.

Cîhan ji destpêka sala 2020an ve bi belavbûna Vîrusa Koronya Nû COVID-19,  rastî krîzeke aloz hatiye, ku ziyanên mezin di piraniya waran de deretine, bi taybet di warên veguhastin, geştiyarî û borsayê de.

Vîrusa Korona piştî ku ji bajarê Wuhan a Çînê derketibû û Çîn jêdera wê vîrusê bû, Rêxistina Tenduristiya Cîhanê di navîna meha Adarê de, ew virus wek petayeke cîhanî ragihandibû û piştre jî got, Amerîka û Ewropa bûne navenda wê vîrusê.

Li Herêma Kurdistanê jî ku ji zû ve rêkarên rûbirûbûn û xweparastina ji vîrusa Korona hatin girtin, li gor li gelek welatên herêmê bi awayekî kêm amar tên tomar kirin, ku heta niha 310 kes bi wê vîrusê ketine û 3 kesan jî canê xwe jidest dane.

Herwiha li Rojavayê Kurdistanê jî, heta niha ti haleteke pêketin yan mirina bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 nehatine tomarkirin.

 

S. B