Korona li Çînê: 63 pêketî û 2 miriyên nû

Li Çînê ku di çend rojên bûrî de hejmarên kêm ên derbarê vîrusa Korona de tomar dikir, duhî 63 kesên nû bi wê vîrusê ketin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Çînê ku di çend rojên bûrî de hejmarên kêm ên derbarê vîrusa Korona de tomar dikir, duhî 63 kesên nû bi wê vîrusê ketin.

Komîta Tenduristiya Niştimanî ya Çînê ragihand, duhî 2 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dane û 63 haletên nû hatin tomarkirin, ku piraniya wan ji derve hatine.

Diyar kir jî, her du haletên mirinê li bajarê Wuhanê jêdera vîrusa Koronaya Nû COVID-19 bûn, lê ti haletên pêketina nû li bajarî nehatine tomarkirin.

Komîta tenduristiyê diyar kir, ji koma 63 haletan, 61 halet ji derve hatine.

Bi vê awayî, heta îro hejmara kesên li Çînê bi vîrusa Korona ketine gihîştiye 81 hezar û 865 kesan.

 

S. B