Dermansazekî Kurd bi Koronayê canê xwe jidest da
Dermansazekî Kurd li Almanyayê ji ber pêketina bi vîrusa Koronayê, canê xwe ji dest da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Dermansazekî Kurd li Almanyayê ji ber pêketina bi vîrusa Koronayê, canê xwe ji dest da.
Pizîşkê Dermansaz Xalid Hemo yê ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê li bajarê Birîmiê li Almanyayê ji ber pêketina bi vîrusa Koronaya Nû Covid-19 canê xwe ji dest da.
Dermansazê Kurd Xalid Hemo berî 15 rojan bi virusê ketibû û piştre ji bo nexweşxaneyeke taybet a çareserkirina Koronayê li Birîminê hatibû veguhestin û îro canê xwe ji dest da.
Xalid Hemo ji gundê Zerokotek ê Kobanî ye, 54 salî bû û bavê 6 zarokan e û bihtirî du salan ligel malbata xwe li Almaniyayê dimîne.
Malbata Xalid Hemo ji K24 re diyar kir, ew şîna wî ji bo metirsiya vîrusa Koronayê û parastina tendurstiya dost û xizmên xwe dananin.