Sindûqa Xanenîşînîyê li Herêma Kuristanê dê bihête karakirin
Civata Wezareta Darayî û Abûrîya Hikumeta Herêma Kurdistanê di civîna xwe ya asayî de, hejmareka biryarên nû derxist.
K24- Hewlêr
Civata Wezareta Darayî û Abûrîya Hikumeta Herêma Kurdistanê di civîna xwe ya asayî de, hejmareka biryarên nû derxist.
Di ragehandina Wezareta Darayîyê de hatîye, li ber ronahîya rasparteyên Komîte ya Bilinda Cêbicîkirina Yasa ya Çaksazîyê, wezîrê Darayî û Abûrîyê biryar da li ser:
- Karkirina Sindûqa Xanişînîyê li Herêma Kurdistanê û vekirina hejmara bankî ya taybet bi wê sinûqê.
- Rêvebrîya Giştîya Xanenişînîyê hat raspartin bo amadekirina peykerê nû yê Rêveberîya Giştî ya Xannenişînyê, ku di Herêmê de, tenê ew Rêveberîya Giştî ya Xaneinşînan dibe, bi awayekê tevaya xanenişînên (şaristanî, serbazî, hêzên asayêşê, polîsên navxwe û yeke yên nerêkxistîyên hêza Pêşmerge) bi xwe ve girê dide.
- Rêveberîya Giştî ya jimêrkarî raspart bo hevahengîyê li gel Wezareta Pêşmerge, daku pêngavên pêwîst bigirin ber bi armanca yekbûn û rêkxistina yeke yên jimêryarî yên hêza Pêşmerge yên Kurdistan.
- Biryar hat dan li ser peyrewkirina mîkanîzmeka guncayî bo nehêlana astengên pêş vekirina hejameka kesî bo tevaya mûçexoran.
- Amadekirina rêkarên yasayî û kargêrî bo vegerandin û wergirtina qerên bazirganî.
- Biryar hate dan hevahengîya temam di navbera Komîteya Bala ya Wezareta Darayîyê û Abûrîyê ya taybet bi cîcikirina yasaya çaksazîyê li gel wezaretên peywendîdar daku bilez ew yasa bihêt cîbicîkirin.