Îtaliya.. Careka din hejmara rojane ya tûşbûyan û mirîyan zêde dibe

Îtaliya 610 haletên mirinê û 4,204 haletên tûşbûnên nû bi Vayrosa Koronayê, evro Pêncşembîyê tomar kirîye. Ev jî bi hveberkirin li gel hejmara roja Çarşembîyê zêdebûne.

K24- Hewlêr

Îtaliya 610 haletên mirinê û 4,204 haletên tûşbûnên nû bi Vayrosa Koronayê, evro Pêncşembîyê tomar kirîye. Ev jî bi hveberkirin li gel hejmara roja Çarşembîyê zêdebûne.

Desthelatdarên Îtaliya tekez kirin ku tevaya hejmara mirîyan bi sedema Koronayê gehişte 18,279 haletan û tevaya hejmara tûşbûyan jî gehişte 143,626 haletan.

Amaje hatîye kirin ku li Îtaliya heya 5ê vê mehê rojna hejmar ber bi zêdebûnê diçûn, lê piştî wê rojê hejmar ber bi daketinê hatin.

Îtaliya li rêza yekeme ji alîyê hejmara qurbanîyên bi Vayrosa Koronayê û ji alîyê hejmara tûşbûyan jî, li rêza sêyeme, piştî Emerîka û Ispaniya.

 

Çavkanî: Roterz