Birîtaniya daxwaza sizadana Dimeşqê dike bi sedema bikarhînana kîmyawî

Wezareta Derve ya Birîtaniya daxwaz ji Civata Asayîşa Nêvdewletî kir, li ser raporta Rêkxistîya Qedexeya Çekên Kîmyawî, bersiveka tund û yekalîker bide, derbarê bikarhînana madeyên jehirdar li gundewarê Hemayê, ji alîyê hêzên asmanî yên Sûriyê ve, li sala 2017yê.

K24- Hewlêr

Di beyannameya Wezareta Derve ya Birîtaniya hatye: Encamên Raportê ti gumanan nahêle li ser wê yekê ku hikumeta Sûriyê, li gor rêkkevtina çekên kîmyawî panendbûnên xwe binpîkirine. Birîtaniya daxwaz dike ji hemû welatê endam di wê rêkkevtina çekên kîmyawî de, Civata Asayîşa Nêvdewletî û hemû rêkxstîyên din bersiveka tund û yekalîker bidin û berpirsên wê bûyerê bidin dadgehê.

Çarşembîya burî, tîmeka lêkolînê ya ser Rêkxistîya Qedexeya Çekên Kîmîyawî raporta  xwe belavkir û têde hêzên asmanî yên Suriyê tuhemetbar kir bi bikarhînana madeyên jehrdar li gundewarê Hemayê, li sala 2017yê.

Ji alîyê xwe ve, Wezareta Derve ya Rûsiyê ragehand, ew raporta dawîyê ya Rêxistîya Qedexeya Çekên Kîmyawî derbarê Sûriyê bi awayeka hevdije li gel pirêsnsipên lêkolînan û rêsayên nêvdewletî hatîye amadekirin.