Tiramp: Renge evro yan sube rêkkevtina petrolê bihête rabgehandin

Serokê Emerîka Donald Tiramp got, gotûbêjên wî yên telefonî derbarê berhemhînana petorlê û Opikê li gel serokê Rûsiya, Viladîmêr Potin û Şahê Siûdîye, Selman kurê Ebdulezîzî gelek baş bûn.

K24- Hewlêr

Serokê Emerîka Donald Tiramp got, gotûbêjên wî yên telefonî derbarê berhemhînana petorlê û Opikê li gel serokê Rûsiya, Viladîmêr Potin û Şahê Siûdîye, Selman kurê Ebdulezîzî gelek baş bûn.

Got jî: Ew çaverê dike herdû alî, evro yan sube rêkkevtinê rabigehînin. Herweha got: Min divêt bibêjim, em ji rêkkevtinê nîzîkbûne.

Tekez jî kir, welatê wî pêwîstî bi nirxeka weha ya petrolê heye, ku bi kêmî ve, kompaniya yên wî yên petrolê ji kar nerawestin û bihêz bimînin.

Derbarê Koronayê jî, tiramp tekez kir, ku welatê wî 19 çareser û derman dijî Vayrosa Koronayê heye û 26 din jî amadekarî li ser taqîkirina wan dihête kirin. Amaje kir jî, ku welatê wî, di kopîtka koronayê de ye û di hindek haletan de ber bi daketinê ye.

 

çavkanî: Royterz