Tiramp: Pêşhatên dilxoşker derbarê çareserkirina Koronayê hene
Donald Tiramp, serokê Emerîka di konfiranseka rojnamevanî de li Koçka Sipî aşekera kir, kompaniyayeka welatê wî, çareserîyek bo Vayrosa Koronayê dîtîye, ku rê nade ew Vayros ji kesekî bo keseke dî bihête veguhaztin.
K24- Hewlêr

Tiramp got jî, pêşhatên dilxoşker hene û ev çareser bi zûtirîn dem dê bihên ezmûmkirin û encamên wê jî bi zûtirtîn dem dê bihên aşkerakirin.
Hereweha amaje bi wê yekê kir, ku heya niha 19 çareserîyên cuda li Emerîka di bin ezmûnê de ne daku bi zûtirîn dem çaresesrîya serekî bo berengarbûna Vayrosa Koronayê bihête dîtin.
Li Emerîka 468,895 kes tûşî Vayrosa Korona bûne û 16,697 kes jî bi sedema wê canê xwe ji dest dane.