Li Amerîka zêdetir ji nîv milyon kes bi Korona ketine

Zanîngeha Johns Hopkins a Amerîkî belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de zêdetir ji 2 hezar kesan bi vîrusa Korona canê xwe jidest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Zanîngeha Johns Hopkins a Amerîkî belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de zêdetir ji 2 hezar kesan bi vîrusa Korona canê xwe jidest dane.

Zanîngeha Johns Hopkins ragihand, duhî 2 hezar û 108 kesan li Amerîka canê xwe jidest dane, bi vê yekê jî hejmara kesên canê xwe ji dest dane li wî welatî gihîşt 18 hezar û 600 kesan.

Diyar kir jî, hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine nîv milyon kes derbas kiriye û hejmar bû 500 hezar û 399 kesan.

Ev yek di demekê de ye, li seranserî cîhanê zêdetir ji 1.6 milyon kes bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ketine hejmara kesên mirine jî 100 hezar derbas kiriye.

 

S. B