Li Amerîka kesên bi Korona mirina 20 hezar derbas kir
Li Amerîka amarên mirina bi vîrusa Koronayê bilind dibin û heta niha zêdetir ji 20 hezar kesî canê xwe jidest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Amerîka amarên mirina bi vîrusa Koronayê bilind dibin û heta niha zêdetir ji 20 hezar kesî canê xwe jidest dane.
Li gor amarên zanîngeha Johns Hopkins di 24 demjimêrên bûrî de 1920 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dane.
Diyar kir jî, heta niha hejmara kesên li Amerîka bi vîrusa Korona ketine gihîştiye 519 hezar û 453 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîştiye 20 hezar 71 kesan.
Amerîka li seranserî cîhanê bi amarên pêketin û mirina bi Koronayê, di pileya yekem de tê.
Ev yek di demekê de ye, li seranserî cîhanê zêdetir ji 1.7 milyon kes bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ketine hejmara kesên mirine jî 108 hezar kes derbas kiriye.
S. B