Lîbya.. Hêzên Hefter ragehand wan pêşketinên meydanî bi dest xwe ve anîne
Artêşa Nîştîmanîya Lîbya bi serkirdatîya Xelîfe Hefter ragehand, hêzên wan li başûrê rojavaya wî welatî pêşkevtinên meydanî li dijî hêzên Wifaq bi dest xwe ve anîne.
K24- Hewlêr
Artêşa Nîştîmanîya Lîbya bi serkirdatîya Xelîfe Hefter ragehand, hêzên wan li başûrê rojavaya wî welatî pêşkevtinên meydanî li dijî hêzên Wifaq bi dest xwe ve anîne.
Gotbêjê serkirdatîya giştî ya artêşa Nîştîmanî, lîwa Ehmed Elmismarî, evro li ser rûpela xwe ya Fêsbûkê tekez kir, ku hêzên Hefter kontirola derîyê Boqrîn a Rojava kirine.
Got jî: Piştî ku dujmin revîya ye, Artêşa Nîştîmanî hejmareka mezin ji çek, teqmenî û keristeyên serbazî dîtin e,
Hêj hêzên hikumeta Wîfaq ti komênt liser evan nûçeyan nedaye.
çavkanî: RT