Opêk + gehiştin rêkkevtinê derbarê kêmkirina berhemanîna petrolê bi 9.7 bermîlên rojane

Welatên koma Opêk+ (OPEC+) wek dibîjin gehiştine rêkevtineka dîrokî. Li gor wê rêkkevtinê rojane 9.7 milyon bermîlên berhemanaîna petrolê dê bihên kêmkirin ku mezintirîn kêmkirine di hemû demên burî de.

K24- Hewlêr

Wezîrê petrola Kiwêtê di hejmara xwe ya taybet de li Tiwîterê got: Evro Yekşembîyê Welatên petrolfiroş gehiştin rêkkevtineka dîrokî derbarê kêmkirina berhemanîna petrolê bo nîzkî  10 milyon Bermîlên rojane ji alîyê endamên Opêk+ ku ji yekê meha dahatî destpêdike.

Ajansa Royterz ji çavkanîyên haydar veguhaztîye, ku welatên pişikdar di gotûbêjan de,  welatên endamên Opêk û Rûsiya û welatên din yên petrolfiroş, bi ser wan nakokîyên li gel Meksîk re serketin û biryar dan mezintîrîn kêmkirina behemanîna petrolê bikin  ku digehe %10 ji petrola cîhanîya dihête firotin.

Çavkanîyên Royterzê xuyakirin, koma Opêk, rêkkevtine li ser kêmkirina 9.7 bermîlên rojane ji meha dahatî ve.

Çavkanî: RT û Roterz