Li Rûsya18 kesên din bi Korona canê xwe jidest dane
Desthilatên Rûsyayê belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de 18 kesan bi Koronayê çanê xwe jidest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Desthilatên Rûsyayê belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de 18 kesan bi Koronayê çanê xwe jidest dane.
Navenda Operasyonên Rûbirûbûna Korona a Rûsî de di daxuyaniyekê de ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 2 hezar û 558 kes bi Korona ketine û 18 kesan jî canê xwe jidest dane, piraniya wan jî li Moskoyê ne.
Bi vî awayî, li Rûsya hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine gihîştiye 18 hezar û 328 kesan û hejmara kesên pê canê xwe jidest dane jî gihîştiye 148 kesan.
Wê navendê diyar kir jî, heta niha 1 hezar û 470 pêketiyên bi Korona jî baş bûne.
Ev yek di demekê de ye, li seranserî cîhanê zêdetir ji 1.8 milyon kes bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ketine hejmara kesên mirine jî 114 hezar kes derbas kiriye.
S. B